Siyonîstên îşxalker îro bi hinceta Cejna Pesah (Bêhevîr) careke din êrîşî Mescida Eqsayê kirin.
Cihûyên siyonîst ji saetên serê sibê ve di bin parastina polîsên qaşo êrîş li Mescîda Eqsayê de kirin.
Xespkarên cihû ji Deriyê El-Mexarîbe (Fas) derbasî Mescîda Eqsayê bûn.
Li gorî Rêveberiya Weqfên Îslamî, nêzî 600 çeteyên Cihû li Mescîda Eqsayê merasîmên Telmûdiyê pêk anîn.
Polîsên qaşo yên rejîma îşxalker destûr nedan murabitên Eqsayê bikevin Mescîdê.
Rejîma îşxalker a siyonîst di merasîmên telmûdê de ji bo parastina çeteyên cihûyan polîsên qaşo bi kar anî.
Piştî zilmê çeteyên cihû li Bajarê Kevin a Qudsê ya dagirkirî belav bûn.
Di her du rojên ewil ên Cejna Pesahê de 1167 çeteyên cihû êrîşî Mescîda Eqsayê kirin.
Tê pêşbînîkirin ku ji ber Cejna Pesahê ku ji 22ê Nîsanê dest pê dike û heta êvara 30ê Nîsanê berdewam bike, êrişên Cihûyên siyonîst ser Mescîda Eqsayê zêde bibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Parastin a Netewî daxuyand ku ew li di operasyoneke asîmanî de 12 endamên PKKê kuştine.
AFADê daxuyand ku di Behra Egeyê de di mezinahîya 4,5an de erdhejek pêk hat.
Li peravên navçeyên Foça û Urlaya Îzmîrê 50 jê zarok 186 koçberên ku bi neqanûnî dixwestin biçin derveyê welat ji teref ekîbên Ewlehî ya Sehlê ve hatin qefaltin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya diyar kir ku di operasyonên "Kiskaç-15" yên dijî FETO de 544 şikdar hatin girtin.